Dollet: Serxwebûna Ajansên Ragihandina Îraqê Cihê Gumanê ye
Roja Înî, 3 meha Gulanê roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê ye. Ev roje li sala 1993'ê ji layê Civata Giştî ya Netewên Yêkgirtî hate diyarkirin.
Sebaret azadiya ragehandinê li Îraqê , di hevpeyvînekê de ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Soazig Dollet, berpirsa Pişka Rojhelata Navîn û Bakura Afrîkaa li rêkxistîya Rojnamevanên bê Sinor bingeh li Parîsê dibêje, destûdarê rojnamevanan li Îraqê cihê dilgiraniyê ye û rojane rojnamvan têne berteng kirin û rêka wan nahête dan destê wan bigehte zanyarîyan bo dapoşîna boyer û serhatîyan. Ew dibêje li Îraqê gelek destgehên ragehandinê hene, lê serxwebûna wa cihê pisyarê ye.
Sebaret azadîya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistana Îraqê, Soazig Dollet dibêje li wêrê jî Mîdya neserbixwe ye.