Berpirsekî polîsî û tevaya endamên malbata wî roja Şembî li Bexdayê hatin kuştin.
Karbidestên Îraqî dibêjin çekdaran êrîsa berpirsekî hêza li dijî terorê ya polîsê Îraqî li taxê El Reşîd kir.
Di wê êrîşê de, ew polîs, hevjîna wî û du zarokên wî hatine kuştin.
Her roja Şembî, melayekî Sunnî li bajarê Besre yê başûrê Îraqê hate kuştin.
Besre bajarekî piranî Şîe ye.