Karbidestên Îraqî dibêjin, di kemîna çekdaran de herî kêm 14 turîst îro Çarşemê li rojava Îraqê hatine kuştin.
Karbidest radigihînin ku çekdaran xaleke kontrolê ya derewîn danane û qurbanîyan li wê derê sekinandine û kuştine.
Tê ragihandin ku çekdaran li nêzîjî bajarokê Nukhaib li Şîayan digerîyan ku wana bikujin. Li sala 2011'ê jî kemîneke wî rengî li heman bajarok hatibû danan û gelek kes hatibûn kuştin.
Bajarokê Nukhaib li ser rêya Kerbala ye, lê girêdayî parêzgeha Anbar e ku bi piranî Sunnî ne.
Karbidestên Îraqî ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, ragihandin ku hemî 14 qurbanî ji bi teqekirina serê wan hatine kuştin.
Di nav qurbanîyan de xencî polîs û leşkeran, herwiha sîvîlên ku li Kerbela dijîn jî cî digirtin.