Koreya Başûr Pêşnîyara Bakur ya Dîyalogê Qebûl Dike

Wezîrê Yekkirina Koreya Başûrî Ryu Kil-Jae

Koreya Başûr pêşnîyara Bakur ya danûstandinan qebûl kir. Pispir wê biryarê wek hevîya çareserîyeke dîplomatîk ji kêşeyên Nîvgrava Koreyê re dinirxînin.

Komîteya Pyongyang ya Yekkirina Aştîxwaz ya Koreyê îro Pêncşemê bi awayekî neçaverkirî pêşnîyara danûstandinan kir, li ser du projeyên hevbeş yên bazirganî.

Komîte herwiha pêşnîyar dike ku kêşryên mirovahîyl jî di danûstandinan de bêne axaftin.

Wezareta Yekkirina ya Seulê demûdest ew pêşnîyar kir qebûl kir û got, ew hêvî dike ku danûstandin bawerî navbera her du cîranan ava bike.