Neteweyên Yekbûyî dest bi mezintirîn hewla alîkarîya mirovahî ji Sûrîyê re dike û daxwaza 5.2 mîlyar dolaran dike, jibo bernameyên alîkarîya Sûrîyan heta dawîya salê.<br />
<br />
Daxwazkirina vî  qederê alîkarîya diravê di konferansekê Navnetwî li Genevreyê îro Înîyê hat ragihandin. Berî niha N.Y daxwaza 3 mîlyar dolaran dikir.<br />
<br />
Karbidest dibêjin texmîna alîkarîya zêdetir jiber têkçûna rewşa ewlehîya nav Sûrîyê ye, zêdebûna jimara penaberên Sûrîye li welatên dor û ber û pêşbînîya ku şer li demekî nêzîk bi dawî nahêt.