Polîsê Israelî ragehand ku Felestînîyekê xwekuj li bajêrê Bîrşeba xwe peqand û dû nobetdarêt parastinê yêt Israelî bi giranî birîndar kirn.
Polîsê ragehand ku wî hêrişberî li dervey cihê rawestîyana otobîsa li demê pir hatinûçûna sipêdî xwe peqand. Heta nûke çi alyekê berpirsîyarîya xwe biramberî vê hêrişê ranegehandîye.
Serokê Felestînî Mehmûd Ebas ew hêriş mehkum kir, ku yekem hêrişe ewêt vekêşana akincîyêt cû li devera Xeze.