Serokê Îraqê dibêje rêberê ladayî Seddam Huseyn tawankarekî şerrî ye û heqqe bête îdam kirin

Di çavpêkeftinekê de digel televîzyona Îraqî roja Sêşemê rêzdar Telebanî got, Seddamî pênasîn kiriye ku navbera sala 1986ê û sala 1989ê fermana kuştina bi hezaran Kurdan dabû.

Serokê Îraqê birêz Telebanî got pênasîna Seddamî bi wan tawana hatîye mor kirin û vîdyo kirin. Lê berevankarên Seddamî îro got wan guman heye ku xospêrê wan pênasînêt wisa kiribin.

Heyva bêt biryara Seddam bête dad kirin ji ber îddîaya desthebûna wî li kuştina bi dehan Şîa li bajêrokê Ducêl, sala 1982.

Bi alîyekî dî ve Seraya Sipî dibêje serok Telebanî roja Sêşembî li Washington dê digel serok Bush kom dibit.