Komeleke mafên mirovan ya Amerîkî dibêjît li Tirkîyê reftareke xirab digel kesên bi nexweşîyên rewanî tête kirin wan nexweşan birsî dihêlin û bêyî ku wan bêhiş biken elektrîkê didene leşê wan.
Komela bingeh li Washington ya bi navê Mafên Nexweşên Rewanî ya Navneteweyî ew îddîa li raportekê roja Çarşembî ragihandin bi çend rojan berî ku Tirkîye dest bi danûstandinan biket digel Yêkitîya Ewrûpî da bibîte endama wê yêkitîyê.
Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê, berpirsîyar e ji wan nexweşxaneyên nexweşîyên rewanî, lê hêj çi negotîye derbarê wê raportê da.
Li dû lêkolîna du-salî ya wê rêkxistîyê, elektrîk daye leşê nexweşên xwe li jîyê 9 salî bêyî bengkirinê, ango dermanên bêhişkirinê da bi bandora elektrîkê nehesin.