Surya got raporta Neteweyên Yekgirtî ya ku dibêje têklatî di navbera karbidestê wan yên ragehandinê û kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî de heye, ‘seranser sîyasî’ ye û ne rast e.
Lêkolînvanê Neteweyên Yekgirtî Detlev Mehlis raporteke bi 54 rûpel amade kiribû roja Pêncşemê ku tê de digot, kuştina Herîrî bi mehan hatibû pîlan kirin. Her wisa dibêje delîl dîyar dikin ku hem Sûrî û hem jî Libnanî dest di vê kuştinê de hebûne .
Di meha Sibatê de bi teqîna bombeyekê tevî rêzdar Herîrî 20 kesên din jî hatibûn kuştin.
Asif Şewket serokê Rêkxistina Ragihandina Sûrî ya Leşkerî ku zavê serokê Sûrî Beşer El Esad e di raporê de navê wî jî di nav wan navan de ye ku dibêjin dest di wê teqînê de hebûne.