Pakistan li ser şewitandina dêran 23 kes girtin

Polîsên Pakistanî bi kêmîve 23 kes girtin bi şika ku wan zîyan dane dêrên Xirîstîyan.

Karbidestekî polîsan îro duşem got ew kes hatine girtin bi şika ku ew ketine nav du dêrên Mesîhîyan li bajêrê Sukkur û ew şewitandine roja yekşemê.

Bi kêmîve 400 kes dest bi êrîşan kiribûn dema ku gotinek belav bibû ku digotin zilamekî Xirîstîyan çend rûpelên Qurana pîroz ya Îslamê şewitandîye

Polîsan wî zilamî girtiye bi şika ku wî bêrêzîyê li Quranê kiriye û bi şaşî xezûrê xwe tawanbar kiriye bi vî sûcî.

Bêrêzîya li Quranê li Pakistan wek kafirîyê tê nasîn û sûcek e ku cezayê wê mirin e li vî welatê Misilman.