Serbazekî Kanadî û 11 Talîban li Afganistanê hatine kuştin

Hêza NATO ya li başûra Afganistanê dibêje wan 11 milîtanên Talîban kuştine.

Karbidestên NATOyê dibêjin 15 xirabkar xwestine ku roja sêşemê kemînekê li parêzgeha Kandahar deynin dema ku firokeya NATOyê bomba berda ser xanîyê wan. Ne dîyar e ka gelo çi hat serê çarên din.

Ji alîkî din ve serbazekî Kanadî ku roja sêşemê bi êrîşeke xwekuj ya bi otomobîla bombabarkirî brîndar bûbû, roja çarşemê ji ber brîna xwe mir. Sê serbazên din yên NATOyê jî brîndar bûne.

Karbidestên NATOyê dibêjin çend demjimêr piştî wê êrîşa xwekuj hêza wan li Afganistanê sivîlek kuştîye û yek din jî brîndar kirîye. Hêza wan gulle berdane herdu sîvîlan dema ku ew medenî tevî motorsîklêtê nêzî wan bûne. Karbidest dibêjin dema hêza NATO bang kiriye wan herdu sîvîlan ku rawestin ew berbayî wan neketine.


Karbidestên Afganî dibêjin roja çarşemê du bombeyên ku bawer dikin ji alî milîtanên Talîban ve li kêleka rê hatine veşartin û teqandin li Kandahar jî bûne sebebê mirina sê sîvîlan û yek jî pê brîndar bûye.