Li Afganistanê 11 kes hatine kuştin

Rayedarên başûra Afxanîstanê dibêjin polîsan di şerrên li wîlayeta nearam Helmand da bi kêmî ve 11 bergûmanên endamîya serhildayên Taliban kuştîne.

Karbidestekî bilind yê polîsan Ghulam Rasool dibêjît şer roja Duşembî û berê spêdeya Sêşembî li du herêmên navçeya Germser hilkeft.

Karbidest dibêjin dîyar e ku gelek ji kuştîyan Afxanî nînin û nasnameyên Pakîstanê pêra bûn.

Taliban dibêjin wan li wê wîlayetê hevwelattîyekî Tirkîyê kuştîye ku wan li meha bihorî revandibû. Kesekî li ser navê Taliban got wan ew kes kuşt piştî ku kompanîya vakirinê ya ku wî lê kar dikir bi daxwaza Taliban razî nebûye ku ji Afxanîstanê biçît.

Vê navbeynê Wezîrê Berevanîyê yê Brîtanyayê Des Browne dibêjît tevî hindê ku hêzên NATOyê ji xurtîya şerrê bermayên Taliban heyrî mayne, lê dîsa jî ew piştrast e ku Taliban dê bêne şkandin.