Karbidestêt Tirkîye dibêjin li başûra rojhilata Tirkîye serhildayêt Kurd serbazek kuştîye.
Karbidest dibêjin milîtanêt serbi Partîya Karkerêt Kurdistanê PKK, şeva yekşembî li parêzgeha Mêrdînê buseyek li ber leşkerê Tirkîye vedabû û serbazek kuşt.
Malpereke serbi Kurdan dibêjît PKK herwisa berpirsyarîya xo bo peqînkarîyekê bi situê xwe vegirtîye ku roja şembî li bajêrê Ixdir, li rojhilatê hate kirin ku 12 kes birîndar kirin. Ew peqîn li nêzîkî avahîyeke polîsan qewimî.
Ewe serhildayêt Kurd şerê çekdar ji sala 1984ê destpêkirî, ewê hingî pitir ji 30 hezar kes hatine kuştin.
Hêrîş zêde bûne piştî ku PKK şer rawestana yek alî ya pênc salan li sala 2004ê bi domahî îna.