Peyivdarê serokê Koreya Başûr Rohmo Yung ragihand ku rêveberê Dezgeha Agahîya Niştimanî ya welatî pêşnîyaza dest bi kar vekêşanê kirîye li ser karî; bi vê jî dibîte sêyem karbidestê bilindê wî welatî ku destbikarvekêşana xwo radigehînit piştî taqî kirina navokîya Koreya Bakûr.
Li Koreya Başûr rexneke zor li rêveberê dezgehê agahîyê Kim Seung-kyu (Kîm Sung Kyu) û karbidestên dî hatine girtin, ewêt taqî kirina navokîya roja nehê heyva deh. Rexnegir dibêjin piştevanîya bi hêzîya aborî û hevkarîya Seulê digel Pyongyangê xeletî bûye.
Wezîrê berevanîyê û wezîrekî dî li kabîneya hikumeta Koreya Başûr pêşnîyaza dest bi karvekêşana xwo kirîye.