Dibêjin rêberê El Qaîde li Iraqê El Misrî hatîye kuştin

Wezareta Navxweya Iraqî dibêjît rêberê El Qaîde li Iraqê Ebu Eyyub'l Misrî hatîye kuştin di şerrekî da navbera endamêt komela wî bixwe.

Peyivdarekî Wezareta Navxwe got ew şer evro li bakura Bexda qewimî û dibêjît raportêt agahîyan we dîyar diken ku El Misrî hatîye kuştin.

Peyivdarekî leşkerê Amerîkî dibêjît hêjta leşkerî kuştina wî piştrast nekirîye belê vekolînê li ser diket.

El Misrî xelkê Misrê ye û rêberîya wê komela terorîst wergirt piştî rêberê berê Ebu Mesheb El Zerqawî yê Urdunî di hêrîşeke firokeyêt Amerîkî de hatîye kuştin li meha şeş sala 2006ê.

Û ji dengûbahsêt dî yêt ji Iraqê: karbidest dibêjin hindek çekdaran hêrîş kire ser du basa li başura Bexda û bikêmîve 14 nefer kuştin; hindek jiwan jin û zarok in.