Perlemanê Tirkîye jibo hilbijartinên giştî 22ê meha heft ragihand

PerlemanêTirkîye 22ê meha heft Tîrmehê wek roja hilbijartinên giştî yên berî wext dîyar kir da ku pirsgirêka hilbijartina serokî ya di navbera partîya desthilatdar ya ku qirna wê îslamî ye û sekularîstan ango neolîyan da bê çareser kirin.

Qanundaneran pêncşema îro pêşnîyara komîteya parlamanê ya ji bo dîyar kirina wê rojê pesend kir.

Piştî ku Dadgeha Desturî gerra yekem ya hilbijartina serokî îptal kir jiber kêmasîya di jimara beşdarên hilbijartinê de serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan daxwaza hilbijartina giştî ya berî wext kiribû.

Berbijarê di hilbijartina serokî de bi tenê Wezîrê Derve Abdullah Gul'ê ji Partîya A.K.ê bû.

Rêzdar Erdoganî got biryara dadgehê hilbijartina serokî ji bo parlamanê gelekî bi zehmet kirîye.

Serokê niha Ahmet Necdet Sezer gotîye heta ku serokê nû bê hilbijartin wê ew li ser wezîfa xwe bimîne.