Li Mendelî sê polîs hatin kuştin

Di çarçova wan hêrîşên ku demeke li sînorên bajarkên ser bi parêzgeha Diyala tên kirin, evro bombeyek li nav avahîyê bingeha polîsên Mendelî peqî û di encamê da sê polîs hatin kuştin û du efser û serbazek jî birîndar bûn.

Jêderên polîsên Mendelî dibêjin jimara polîsan li bajarkê Medelî pir kêm e û kontrola vî bajarî pê nayê kirin.

Ji layekî din ve û her di derbarê rewşa wê deverê, wek Hêza Pêşmergên Kurdistanê ser bi pasawanên sînora li ser daxwazîya hêzên Amerîka dê biçîte devera Germesêr, li ser sînorê Mendelî û deverên din, bo kontrol kirina wê deverê ku ev demeke bûye meydana çalakîyên hêrîşên terorîstî yên wê grubê; dewleta binavê Dewleta Îslamîya Iraqî ku grubeke ser bi rêxiraba terorîstî ya El Qaîde ye.

Piştî ku li meha çûyî kombûneke dinavbera şandeka fermandarîya giştî ya Hêza Peşmergeyên Kurdistanê û şandeke hêzek firehnetewe li Xaneqîn hate kirin li ser çewanîya parastina wê deverê, şandeya Herêma Kurdistanê pêşnîyaz kirî yan hêzeka nîzamî ya ser bi Hêza Pêşmergêt Kurdistanê biçîte wê deverê yan jî ew sewce li wê deverê bikine lîwayê ku piştevanî liwêrê dikirin, carek din li ser daxwazîya Hêzên Firenetewe û Hêzên Iraqî kombûneke sê-alî hate kirin û têda Hêzên Şanda Firenetewe û şandên Leşkerê Iraqî daxwaz kir ku lêwayeka Hêzêt Pêşmergeyêt Kurdistanê ser bi pasawana biçîte wê deverê û li şanda Herêma Kurdistanê jî ew daxwaz qebul kirin û van nêzîkana ew rêkeftinname dê hête bicih înan.

Birêz Zebar Yawar birêkarê Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêşmergeyî ew xeber piştrast kir.

Cîyê gotinê ye ev biryare li demek e ku liser astê Bexda jî bernameyek heye bo yasaya sînorên hemu parêzgeha Diyala û reng e ev yasa jî pişkek be ji wê bernameyê.