Libnanî şîna qanundanerê dijî Surî dikin

Li Libnanê bi hezaran kesan pişikdarî di rêûresmên behîya Welîd Eîdu da kir; endamê parlamanî yê dijî Surya ku duhî çarşembîyê di teqîna otomobîlekê da hatibû kuştin.

Behîdaran diruşmên dijî Surya digotin li rêûresmên veşartinê, îro pêncşembîyê bi serkêşîya Saît Harîrî û rêberên dî yên parlamanê Libnanê yên dijî Surya.

Birêz Harîrî gote behîdaran ew tawanbarên berpirsyar ji teqînê dê bêne ceza kirin.

Piştevanên Welîd Eîdo Surya bi hêrîşê tawanbar kirine ku di hêrîşê da ew û kurê wî û heyşt kesên dî hatine kuştin.

Dîmeşqê evro pêncşembî ew tawan şermezar kir û berpirsyarîya xwe jê haşa kir.

Xwendîngeh, dikkan û ofîsên hikumetê li seranserê Libnanê hatibûne girtin lil demê ragihandina behîyê.

Serokê Amerîkî George W. Bush ku ew kuştin şermezar kir û weke hêrîşa dawî li dijî xelkê hewla domahî înana kartê kirina Surya li Libnanê da diken.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Kee-Mon got ew hêrîş tawaneka mezin bû, mebest jê têkdana tenahîya Libnanê bû.