Li şeva 19ê meha îlona 2007, li devera Kanîmasî Leşkerê Tirkî bi rengekî berfireh çîyayên dewrûberên Kanîmasî û devera Nîrwey û Rêkan topbaran kirin.
Di peywendîyeke telefonî da digel rêberîya nahîya Kanîmasî bo Dengê Amerîka hat xuya kirin ku şeva buhurî Leşkerê Tirk ew dever topbaran kir û nêzî 50 topan li çîyayên li ser lêdane lê çi zîyanên vê topbarankirinê nebûne .
Herwisa deverên Zaxo jî bi heman şêweyê ji layê Leşkerê Tirkî ve hatine topbaran kirin.
Hêjaye bêjin ku eve çend rojin Leşkerê Tirk berdewam deverên sînor topbaran dikin û heta ku îro hikumeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê jî beramber vê topbaran kirinê bêdengin û eve jî gefeka dî ye bo xelkê Herêmê û xelkê deverên sînorî digel Turkîya ku bibîte egerê wê yekê wekî çawa li sînorê Îranê xelk derbeder bûyî, wisa li deverên sînorê Iraq û Turkya jî gelê deverên sînorî derbeder bibît û eve jî dê bibîte pirsgirêkek dî bo hikumeta Herêma Kurdistanê û dîsan bo hikumeta Iraqê.