Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî dibêjit hukumeta wî pêngavên micid dijî serheldayên Kurd di havêt ku hatîne berpirsyar kirn biramberî hêriş kirne ser Turkîye.
Di gotarekê da li konferansa nêvneteweyî liser Iraqê roja Şembî li Istanbulê, birêz Malikî got çênabit Iraq bibte bingehek bu hêrişkirne ser welatên cîran.
Turkîye giranî danaye ser Iraqê bu bersing girtina çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK, yên bingeh li bakora Iraqê.
Bi layekê dîve, karbidestên hukumeta Herêma Kurdistanê dibêjin nivîşîngehên giropeka sîyasî bi navê Partîya Çareserya Dîmokrata Kurdistanê li Hevlêrê hatin girtin, ku we dête gotin ew girop alîkarîya PKK diket.
Rêberê giropê, Fayq Gulpî hebûna têkelîyan bi PKK ret diket.
Serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê Fuwad Hûsên dibêjit ew nivîsîngeh hatin girtin jiber ku wê partîyê destûrê karkirnê li Herêmê nebu.