Kabîneya Polonya bi awayek fermî rêkeftinek digel Amerîka pesend kirîye li ser hindê ku hinek pişkên sîstemên dijberî muşka plan kirî berev wî welatê rojavaya Ewropa bête hinartin.
Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice û Wezîrê Derveyê Polonya li berin ku îro çarşembîyê wê belgenameyê li Varşavayê îmza bikin.
Amerîka û Polonya heftîya buhuri piştî 18 mehêt danûstandin kirinê gehêştine wê rêkeftinê.
Rusya bi awayek bi hêz dijberî wê planê ye ku têde 10 bingehên muşekî li Polonya bicîh biket û herwisa radarekê jî dê li Komara Çekê bête damezirandin û wê çendê jî weku gefe bo ser parastina xwe binav diket.