Rêberên Yekîtîya Ewropa rêkeftine ku danustandinên hevlabendîkirinê digel Rusya paşde bidin

Rêberên Yekîtîya Ewropa rêkeftine danustandinên hevalbendî kirina wê Yekîtîyê digel Rusya paşde bidin ku hatibûne destnîşan kirin li vê mehê birêve biçin ew jî heta demê Moskow serbazêt xwe ji Gurcistanê bi paşde dikêşît.

Serokê Fransa Nicolas Sarkozy got Yekîtîya Ewropa dê pêşwazîyê li hevalbendîya bi rastî digel Rusya biket lê belê civata 27 endamî dê carek din vekolînê li ser hevalbendîya xwe digel Rusya biket ew jî liber wê kêşeyê li Gurcistanê çêbûyî.