Surîye Meş'al Temo bi nepenî ve li dadgeheka leşkerî  dadgeh dike

Surîye Meş'al Temo bi nepenî ve li dadgeheka leşkerî  dadgeh dike

<!-- IMAGE -->

Zêrevanêt mafêt mirovan dibêjin ferman hatîye dan ku nivîsevan û bizavkarê Kurd yê Surî Meş'al Temo li dadgeheka leşkerî bi nepenî ve li Dimeşqê bête dad kirin.

Li dû navenda Zêrevanîya Mafêt Mirovan ya Surî ku komeleka zêrevaniya mafêt mirovan e ne ya hikumetî ye, rêzdar Temo li 26ê meha heyşt hatibû dîtin demê çûye dinav avahîyê dadgehê de li Dimeşqê ku heta hingî ew nehatibû dîtin, piştî ku li 15ê meha heyşt bê serûşûn çûyî demê li bajarê Kobanê li bakura Surîya derkeftî û piştî hingî otomobîla wî hatibû dîtin li nêzîkî bingehêt parastina Surî li Helebê.


Temo 50 salî ye sîyasetvanekî Kurdî navdar e li Surîyê û peyivdarê Partîya Bizava Paşerojê ya Kurdî ye ku partîyeke sîyasî ye hevrik e û karbidestên Surî ew partî berbend kirîye.

Li dû gotina Komela Gelêt Jêr Gefê Komela mafêt mirovan ya Kurdên Surî li Almanya got karbidestên Surî çi pêzanîn nedayne kesûkarêt rêzdar Temoyî li ser girtina wî.

Rêkxistîya Amnesty International li 19ê meha heyşt di belavnamekê da got we bawer pê tête kirin ku rêzdar Temo ji alîyê polîsêt parastina Surî ve hatibe girtin û li jêr xetera îşkencedanê bîtin.

Li 26ê heyva heyşt 13 siyasetvanêt cudabîrêt Surî li Dimeşqê hatine dad kirin. Ji wan girtîyan Riyal Seyf endamekê serbixwe yê civata niştimanîya Surî, ew jî li şeşê heyva neh 2007ê hatibû girtin, rojekê piştî mêhvandarîya semînareke siyasî kirî li mala xwe.

Rêzdar Seyf ku nexweşîya seretanê heye, gote dadgehê ku pirsa serekî li pêş dadgehê azadîya diyar kirina hizr û bira bû. Wî daxwaza bernameka niştimanî kir bo guhorînê berev demokrasîyê, ku li destpêkê mafê dîyar kirina hizr û bira hebît û got girtîyêt dî nivîskar Akrenel Bunnî 17 salan di girtîxana siyasiya Surî da bûye û diktor Welîd'l Bunnî ku nujdar e eve pênc sale hatîye girtin, û bizavkarê sîyasî Kemal Lawanî bi 15 salan hatîye hikum kirin jiber seredana wî li Amerîka.

Cîgirê peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Robert Wood di belavnamekê da ku li roja 29ê heyva heyşt hatîye belav kirin got Amerîka nerazîbûna xwe dîyar diket li ser girtina Temoyî û girtîyêt dî yêt wujdanê li Surîya û daxwaz kir ku bê şert û merc û demûdest ji alîyê hikumeta Surîya ve bêne berdan û got em ji komela navnetewî dixwazin da pişikdarîya me biket û ji Surîya bixwazît da rêbaza girtina rexnegiran rawestînît û pêgirtinê biket bi peymana navnetewî li ser mafêt civakî û siyasî.