Zanayêt asmannasînê dibêjin berfireh bûna gerdunî zêde dibît

Zanayêt asmannasînê dibêjin berfireh bûna gerdûnî ya zêde dibît û herwisa dibêjin we dîyar e ev berfireh bûne li tarîyetîya asmanî ye li dewrûberêt stêrê çerxdar.

Ji Dengê Amerîka Jessica Berman raportek amade kirîye û dibêjît berfireh bûna gerdunî sist bibû ku we bawer tête kirin piştî Peqîna Mezin li dunyayê berî 13 milyar salan bû.

Tîmeke zanayêt gerdunî, li Navenda Zêrevanîya Asmanî ya Smithsonian li Cambridge li Massachusetts ya Zanîngeha Harvard dibêjît wan belge hene ku peydabûna hêz û têhnê ji alîyê tarîstana asmanî ve bûye egera vê berfireh bûnê.

Li dû vekolîna zanayan dibêjin hêz û têhn dinav tarîyetîya asmanî de heye.

Bi rêka bikarînana tîjkêt bingehê zêrevanîya asmanîya Chandra X-ray ya Ajansa Firînêt Asmanîya Amerîkî (NASA), zanyar Alexey Vikhlinin û hevkarêt wî 86 kakêşk li asmanê dîtîne.

Vikhlinin dibêjît hêzûtêhna linav tarîyetîya asmanî da dê serdemekî dihête dîtin û dibêjît rojek dihêt ku ev hêz û têhna dinav tarîyetîya gerdunî da dê egerekê kete sere kakêşkan.