Dewlemendtirîn kes li cîhanê ji qeyrana aborî ya nêvneteweyî parastî niye.
Kompaniya weberhênana Berkshire Hathaway ya sermayedarê mezinê Amerîkî Warren Buffett ragehand ku faydên wê 96% li çarega dawî ya sala 2008 hatiye xar.
Di namekê de bo sermayedarên kompaniya wî, Buffett pênas kir ku wî xelekiyeka mezin kir dema sehmên (sitakên) kompaniya Conoco Phillips ya petrolê li sala bûrî kirî; li wê demê nirxê neft û gazê zor bilind bu.
Buffett yeke ji nasyartirîn û serkeftîtirîn sermayedaran li Amerîka û dewlemendtirîn kese li cîhanê.
Buffett herweha şîretvanê aborî yê Serok Barack Obama ye.