Leşkerê Amerîkî: Piştî vekêşana serbazan li bajêran rewşa parastina Îraqê pêşve diçe

Karbidestekê leşkerê Amerîkî dibêjit rewşa parastinê li Îraqê pêşve diçe piştî vekêşana hêzên şerkerên Amerîkî li bajêrên Îraqî li naverasta vê salê.

Ceneral Frederick Rudesheim roja yekşembî li Bexda gote peyamhinêrn ku operasyonên leşkerî dê berdewam bin, belê li dervey bajêran tên kirin.

Li dawiya sala bûrî rêveberiya Bush rêkeftinek digel Îraqê mor kir ku li çarçîva wê hêzên şerkerên Amerîkî heta roja 30-ê meha şeş li bajêrên Îraqê tên vekêşan.

Sebaret bi şiyanên hêzên parastina Îraqî, hevkar Belên Salih hevpeyvîneka kirî digel cêgirê wezîrê navxwe yê Îraqê; fayla rexê rastê vê perê kilik bike.