Karbidestên wilayeta New Yorkê dibêjin 14 kes hatine kuştin piştî ku çekdarek li bajêrokê Binghamton ketîye nav avahîya navenda jibo alîkarîya penaberan û gulle reşandîye ser xelkê.
Saxlemîya çar kesên din jî di rewşeke giran de ye.
Karbidest dibêjin ew bawer dikin ku çekdarê ku xelkê kuştîye jî dinav kuştîyan de ye, lê belê hêjta nikarin bêjin ka ew kî bûye.
Polîs dibêje hemu kesên kuştî li jurekê bûne ji bilî wê karmenda ku li pêşîya holê hatibû kuştin.
Serokê Polîsan Joseph Zikuski dibêje li navenda ku alîkarîyê dide
penaberan bo daxwaza penayê bikin 26 kes xwestine ku dakevin qata binê
avahîyê da ku ji wir birevin. Karbidest karibûne 37 kesên sax û çarên
ku birîndar bûne bi tenha ji wê derê derînin.
Serok Obama xema xwe sebaret wê çendê da xuya kirin.