Sernivîs - Zêdegavîya dijî jîn û keçan

Rexistina Ked ya Navnetewî, ango ILO, ajansa Neteweyên Yekbûyî ye ku li ser kêşeyên standardên kedê, parastina civatî û xebatê mijûl e. Ew peşbînî dike ku li seranser cîhanê, 12.3 mîlyon yan jî zedetir mirovên kolekirî hene û % 56’ê wan, jin û qîz in.

Wezîra Derva Hillary Rodham Clinton, di nivîsarekê ku jibo Washington Post nivîsîye, dibêje “ji nîvî zedetir qûrbanîyên ku bi zorê tên xebitandin jin û qîz in û tên mecbûr kirin ku wekî xîzmetkarên malan kar bikin. Carna jî di karên pir giran de, bi diravekî pir hindik tên xabitandin û carna jî, bi dare zorê dibin leşfiroş". Xanim Clînton dibêje “ew ne têne azadîya xwe hinda dikin, lê, her wiha, bi êrîşên cinsî û dest dirêjîya namûsê ve rûbirû dimînin”.

Qaçaxcîyên mirovan, yên bê parastin ji xwe re dikin armanc û gelek caran jî, jin bi hesanî dikevin torên wan. Qanûn û kiryarên sîyasî û aborî ku li hember jinan ferq û cûdahî tînin, yek ji mezintirîn beşa vê arîşê ye. Jinên ku bin destê merên xwe ne, ku dahatina wan, nasname û pasaporta wan û saxlemîya wan bi tûndî kontrol dikin, hêsantir dibine armancên qaçaxcîyan.

Gava piştgîrîya mêr, bo jinê hindiktir, yan jî tune dibe, gelek caran jin li pêş zagonê, bê maf û parastin dimîne. Çêdibe ku kar û perwedeya wê bête piştgûh kirin û civatê xwe bête dûrxistin. Li civatên ku jibo her tiştên dervayê mal, jin pêdivîyê îznê merê xwe ne, jinên bî di rewşekê pir xirab de dimînin. Beyî îzna merê xwe, jin nikane hesabê xwe ya bankê bikar bîne, pasaport derxîne û karek peyda bike. Jinên ku jibo xwedan kirina zarokên xwe, pir hewceyê xebatê ne, jibo qaçaxcîyan dibin armancên pir sanahî.

Qaçaxcî, ew jinên rewandî jibo bazarganîya seksê bikar tînin. Her wiha, karsazên kedxwar jî dizwazin wan jinên rewandî bidine şoxilandin jiber ku li hember karsazên xwe stûxwar in û kêm mesrefên in. Ew, di karên çandinîyê de, çêkirina xwarinan û karên giran yên kedkarî tên xebitandin û wekî xîzmetkatîn malan tên bikar anîn. Gelek caran, qanûnên lawaz û necîh anîna wan qanûnên heyî, kar anîna mirovên kolekirî gelek erzan dike.

Hindik bûna mafên ku bo jinan hate dayîn, sedema yekê ye ku jin bi sanahî dibin armancên qaçaxcîyan. Bi parastin û peşve birina mafên jinan yên sîvîl, sîyasî, aborî û yên civakî, hikûmetan dikanin jibo qaçaxcîyan dijwartir bikin ku qûrbanîyên xwe bidest bixin.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka bibiryar e ku hevkarîyek ligel hikûmet û rexistinên seranser cîhane ava bike ku, jibo çareser kirina kêşeya qaçaxcîtîya mirovan, rêkên nû û bandortir bibîne.