Hêzêt Israelê li Kenara Rojava teqe li Felestînîyekê kir û kuşt demê iro çoyne ser mala wî li bajarê Hebron, el-Xelîl.
Peyvdarê leşkirê Israelê dibêjit ew kes endamê komela mîlîtanêt çekdar bû binavê hêza Şuheda el-Eqsa. Lê cyran dibêjin wî kesî çi têkelî digel çi rêkxistîyêt milîtana nebûn.
Hêzêt Israelê dewir û berên mala wî girtibûn û ferman dabû da derkevît û teqe lê kir demê li serbanê xanî dîtî di kiryareka dî ya Israelê da. Roja şembî li Kenara Rojava cihêlekê Felestînî bi guleyekê hate kuştin.