Papa John Paul ji nexweşîyê têtev serxwe - 2005-02-28

Vatîkanê belavokek li ser saxlemîya Papa John Paul belave kirye û geşebîna xwe dyar diket. Û dibêjit ku rêberê Kasolîk yê 84 salî ji nexweşîyê têtev serxwe. Piştî giriftarîya tenge nefesê. Peyvdarê Papay îro got ku Papa xarineka edetî dixut û dest bi axiftinê kirye. Vatîkan dibêjit ew çaverê naket ku çi belavnamêt dî li ser destûdarê saxlemîya Papay belav biket heta roja pênçşembî, heftîyekê piştî ku birîne nexweşxanê.