Hemo: Krîza Sûrîyê bi Civînekê li Stenbolê Çareser Nabe
Abdulbasit Hemo
Rêberên welatên endam di komela ‘Hevalên Sûrîyê’ de roja Şemîyê jibo hewildanên alîkarîya opozîsyonê û paşeroja Sûrîyê li Stenbolê civîyan.
Di wê kombûnê de Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry beşdar bû.
Abdulbsit Hemo, rêberê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê, dibêje ku krîza Sûrîyê bi civîneke li Stenbolê çareser nabe.
Birêz Hemo dibêje ku gerek civaka navnetewî çekan bide serhildayên Sûrîyê, qedexekirina firînê li Sûrîyê ragihîne û hemû pêkhatên gelê Sûrîyê di civînên navneteweyî de cîh bigirin.
Birêz Hemo herwiha dibêje ku paşxistina Kurdan zirarê dide civînên komela ‘Hevalên Sûrîyê’.