Aboriya Amerîka û Rêjeya Bêkariyê

Aboriya Amerîka û Rêjeya Bêkariyê

Li meha neh Amerîka bi dehan hezar derfetên karkirnê li dest dan, û rêjeya bêkariyê di astek bilind de maye, li gor raporta Jim Randle ji Dengê Amerîka li Washington, nêzîkî 15 milyon Amerîkî bêkarin û bi milyonana jî li karên baştir digerin.

Astê bêkariyê meha neh di rêjeya 9.6 ji sedê de maye, li demekê de li ser yêk aboriya welatî 95,000 derfetên karkirinê ji dest dayne.

Raporta roja Eynî ya ji aliyê wezareta kar ve hatiye bekav kirin dibêjit hikûmetên wilayetan 159,000 kes bêkar kirîne, gelek li wan karmend û karkerên wilayetî û herêmîne. Di hemen demî de kardarên kerta taybet 64,000 derfetên kar kirinê çêkirine.

Serokê Amerîka Barak Obama dibêjit geşekirina derfetên kar kirinê yên kerta taybet aboriyê de arasteyek baş de pêşve dibet, lê hikûmet diviya alikariya hikûmetên wilayetan û yên herêmî bidet ku karmendên wek mamosteyên xandingehan û polîsan rabigrin, yên xizimetgozariyên pêdivî berdest diken.

Li demekê de li kardariyek biçûk li wilayeta Marylandê diaxift, serok Obama got ew jibo mehane kar diket deynan û kêm kirina bacê bo kardariyên biçûk berdest biket li berhindê ku ew gelek caran jêdera herî serekîne de çêkirina derftên nûyên kar kirinê de.

Ew raporte demek kort berî hilbijartinên kongresê li meha 11 belav dibit. Rêjeya bilida bêkariyê gelek dengderan tûre diket, û wêdiçit şansê komariyên rikeber zêde biket bo bidestve annîna hinek korsiyên Partiya Demokrata serok Obama di nav kongresê de.

Şehrezayên hikûmetê dibêjin niha 14 milyon û heştsed hezar Amerîkî bêkarin û neh û nîv milyon jî nîvîya wextê kar dikin.