Moskowê îro Duşemê hişyarî da Londonê ku ew dikare êrîşê armancên leşkerî yên Brîtanî li hindurê Ukrayna û yên li heremên din bike, ger Kîev çekên Brîtanî jibo lêdana Rûsya bi kar bîne.
Wezareta Derve ya Rûsya îro jibo protestoyeke fermî gazî balyozê Brîtanya yê li Moskowê, Nigel kir, piştî ku wezîrê Derve David Cameron hefteya borî gotibû ku mafê Ukrayna heye ku çekên Brîtanî jibo lêdana Rûsyayê bi kar bîne.
"Hişyarî ji Casey re hat dayîn ku di bersîva êrîşên Ukraynê yên yên ser axa Rûsya yên bi çekên Brîtanî de, her navend û alavên leşkerî yên Brîtanî li Ukrayna û derveyî welêt dikarin bibin armanc."
Wezareta Rûsî herwiha got ku gotinên Cameron dîyar kiriye ku Brîtanya niha bi defakto beşek ji pevçûnê ye û garantîyeke berê pûç kiriye, ku çekên dûravêj yên ku ji Ukrayna re hatine şandin wê dijî Rûsya neyên kar anîn.
Wezaretê herwiha balkişand ku Rûsya daxuyanîyên wezîrê Brîtanî Cameron wek tundkirineke cidî ya alozîyê dibîne.
"Ji Balyoz hat xwestin ku li ser encamên felaket yên nedîyar ên van gavên dijminane yên Londonê bifikire û demûdest daxuyanîyên provokatîf yên serokê Wezareta Derve bi awayê herî bibiryar û zelal paşve werin girtin ."
Cameron, hefteya borî li Kîevê ji Reutersê re gotibû ku mafê Ukrayna heye ku çekên ku Brîtanya dide jibo lêdana armancên li hindurê Rûsya bixebitîne û biryara Kîevê ye ku vê yekê bike yan ne.
Jêder: Reuters