Çîn Dibêje Ew Li Dijî Her Binpêkirineka Serweriya Lubnanê Ye

Wezareta Derve ya Çînê roja Yekşemê ragihand ku Çîn dijî her cûreyekî binpêkirina serweriya Lubnanê ye, piştî ku di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li ser Beyrûtê de rêberê Hîzbullahê Hesen Nesrellah hat kuştin.

“Çîn bang li hemû alîyan û bi taybet li Îsraîlê dike ku demûdest rewşê aram bikin û nehêlin ku şer berfireh bibe yan jî " ji kontrolê derkeve," wezaretê di daxuyanîya li ser malpera xwe de, got.

Wezaretê herwiha destnîşan kir ku Çîn hemû kiryarên ku zirarê digihîne sivîlên bêguneh şermezar dike û dijî her tevgerekê ye, ku pevçûnan gurtir dike.

Kuştina Nesrellah bi berfirehî wek derbeyek giran li dijî Hîzbullahê tê nirxandin, jiber ku hêza koma hevbenda Îranê lawaz kiriye.

Jêder: Reuters