Vekolêrên Amerîkî bi Malbata Bergumanên Teqîna Boston re Dipeyîvin

Bavê du bergumanan Anzor Tsaraev

Vekolerên Amerîkî çûne Komara Daxistan ya Rûsya ku bi deûbavê 2 bergumanên êrîşa hefteya borî re baxifin.

Karbidestên balyozxaneya Amerîkî dibêjin, şandeya vekolêran bi hikûmeta Rûsî dixebitin.

Yek ji bergumanan , Tamerlan Tsarnaev, sala çûyî bona serdaneke şeş mehî çûbû Daxistan û Çeçenistanê.

Vekolêr hewil didin ku bizanin di wê serdanê de peywendîya wî bi uindrêyan re bûne yan ne.

Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) li sala 2011ê, ser daxwza Rûsyayê ligel Tsarnaev peyîvîbû, lê tiştekî gumandar nedîtîbû ku wî bi terorîzmê ve girê dide.