Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku ewê jibo hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024'an di 6’ê Rêbendanê de dest bi pêşhilbijartinan bike.
DEM Partî hîn eşkere nekiriye ka ewê li çend bajaran pêşhilbijartinan li dar bixe, lê tê çaverêkirin li nêzî 40 bajar û bajarokên pêşhilbijartin çêbin.
Li gor ragihandina DEM Partî, di pêşhilbijartinan de wê berbijarên pirtir ji nîvê dengan sitandine serketî bin, lê ger serketin çênebe, ewê pêşhilbijartineke din were lidar xistin.
Di pêşhilbijartina duyê de wê du berbijarên li rêza pêş bikevin hilbijartinan.
Jêderên DEM Partî dîyar dikin wê endamên partîyê, rêvebir, xebatkar û nûnerên sazîyên sîvîl û komeleyan di pêşhilbijartinê de dengan bidin.
Stratejîya DEM Partî ya jibo bajarên li rojavayê Tirkîyê hîn tam zelal nebûye.
Di rojên borî de DEM Partî dîyar kiribû ku ewê li 27 bajarokên li rojavayê Tirkîyê bi berbijarên xwe here hilbijartinan.
Jibo bajarên li rojavayê Tirkîyê, çaverê ye DEM Partî serê salê civînan li dar bixe û biryarê bide.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê zanîn, di hilbijartinên 2019’an de li rojavayê Tirkîyê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
DEM Partî û Partîya Gel ya Komarî (CHP) di rojên borî de danûstandin kirin, lê hîn ti hevkarî nehatiye ragihandin.
Jêder: Ajansa Mezopotamya