Erdogan bi Vîdeokonferansan Beşdarîyê li Miting û Merasîman Dike

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê bi vîdeokonferansê beşdarî li merasîman kir.

Erdogan ji Enqerê jibo vekirina 'Pira Şehîdên 15’ê Tîrmehê' ya Edenê axifî.

Cîgirê Serokomar Fuat Oktay û Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) bi Erdogan re bûn.

Erdogan roja Sêşemê di weşaneke zindî de nexweş ketibû û dû re dîyar kiribû ku ewê li ser şîretên doktorên xwe ji malê beşdarîya li bernameyan bike.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca do Pêncşemê dabû zanîn ku Erdogan di madeya xwe de (gastroentreît) nexweş ketiye.

Jêder: AKP, VOA