Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê dîyar kir ku ewê bendên rêjeyên faîzê bişkînin û têk bibin.
Erdogan got ku nîqaşa ser faîzê ji rojevê derketiye û herwiha nirxê lîraya Tirk aram bûye.
Nirxê lîreyê di 2021'an de ji sedî 44 daket, dema ku banka navendî bi fermana serok Erdogan rêjeya faîzê daxist tevî ku enflasyon zêde dibû.
Erdogan li paytext Enqereyê, berî biryara dawî ya banka navendî ya ser rêjeyên faîzê, axifî.
Wî destnîşan kir ku armanca hikûmeta wî niha ew e ku enflasyonê daxîne yek hejmarî.
Li Tirkîyê, di meha Rêbendanê de enflosyona salane ji sedî 48.69 hatibû ragihandin, ku aborîzanên serbixwe didin zanîn ku ew ji sedî 115'an bilinditir e.
Rexnegirên hikûmetê jî dibêjin ku bi sedema polîtîkayên Erdogan yên kêmkirina faîzê, Tirkîyê rûbirûyê enflasyona bilind maye.