Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku hikûmeta Fransa dibe ku roja Duşemê yan Sêşemê hin guherînan bike.
Berdevika hikûmeta Fransa Olivia Gregoire li ser pirsa ka ewê guherînekê bikin yan ne, got ew guherînê difikrin.
Reutersê ji zarê du jêderên hikûmetê dîyar kir ku ewê di wezaretên mezin yên wek wezareta darayî de guherîn çênebin, lê ewê hin pozîsyon biguherin.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, ku di meha Nîsanê de jinûve hatibê hilbijartin, meha borî di hilbijartinên parlamantoyê de, piranîya di wir de hinda kir.
Herwiha, sê wezîrên wî jî kursîyên xwe yên di parlamantoyê de hinda kirin ku li gor proseduran divê ew karvekişîna xwe ragihînin.
Medya Fransa dide zanîn ku di hefteya pêş de bi kêmî ve çar wezîrên nû dê werin erkdar kirin.
Serokwezîra Fransa Elisabeth Borne dîyar kir ku ewê sîyaseta giştî ya dewletê roja Çarşemê eşkere bikin.
Hikûmeta Fransî Wê Hin Wezîran Biguherîne
Serokwezîra Fransî Elisabeth Borne û Serokê Fransî Emmanuel Macron berî bernameyeke televîzyonê (Gulan May 20, 2022)