Geşbînî Heye ku Danûstandinên Agirbesteke Nû li Gaza Bidomin

Çaverêbû ku îro Sêşemê danûstandinên ser çarçoveya agirbesteke nû li Kerta Gaza li Misirê jinûve destpê bikin.

Biryar bû di gotûbêjên li Qahîre de karbidestên payebilind ji Amerîka, Misir, Îsraîl û Qeter beşdar bin, wekî danûstandinên meha borî ku gihêştin pêşnîyara agirbestekê ligel berdana dîlên Îsraîlî ji alîyê Hamasê.

Lê, paşê, Hamasê pêşnîyareke din anî holê ku ji alîyê Îsraîlê ve hate red kirin. Lê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku li vê dema ku xalên danûstandinê di plana Hamasê de nebûn, hîn jî derfet jibo berdewamkirina danûstandinan heye.

Bawerî heye ku hîn dora 100 dîl li cem Hamasê hebin, piştî ku Mijdara borî 100 di dema agirbestekê de hatibûn azad kirin. Artêşa Îsraîlê dibêje ku 31 dîlên din yan mirine yan jî hatine kuştin.

Di êrîşa 7ê Cotmehê ser Îsraîlê de, çekdarên Hamasê ji bilî kuştina 1200 kesan, bêtir 240 kes ji Îsraîlê wekî dîl ligel xwe birin Hamasê.

Hêjayî gotinê ye ku Hamas ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê dîtin.

Hewldanên heyî jibo agirbesteke nû li Gazayê tê li vê dema ku xembarîyên navnetewî derbarê rewşa sivîlan zêde dibin, bi taybet li bajarê Refahê yê ser sînorê Misirê.