Borsayên Asya û Ewropayê Hatine Xwar

Borsayên Asya û Ewropayê Hatine Xwar

Bazarên diravî li Asya û Ewropayê hatine xwar, wek karvedanek ji bo kêmkirina astê mitmaneya darayî ya Amerîkayê û arîşên deynan li Ewropayê.

Borsa Nikkei ya Japonê roja Sêşembî ji sedê 1.68 hate xwar.

Hevdem borsa Hang Seng ya Hong Kongê ji sedê 5.66 hate xwar û borsa KOSPI ya Seoulê gihîşte kêmtirîn astê di vê salê de.

Herwiha li Amerîkayê, Borsa S&P 500 roja Duşembî nêzîkî ji sedê heft hate xwar.

Banka Fedralî ya Amerîkî roja Sêşembî li Washingtonê kom dibe ji bo encamdana gotûbêjan li ser cewanîya serederî kirin ligel kêşeyên diravî li welatî.