Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan Navê Xwe yê Kin Kir DEM Partî

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan îro Duşemê got wan navê kurt yê partîyê kiriye DEM Partî.

Dogan dîyar kir ku jiber Serdozgerîya Komarî wan navê kin yê partîyê red kiribû û ji wan xwestibû ku navê kin yê partîyê ji biguherînin.

Berdevka DEM Partî got ku ew li hember astengîyan ne bê çare ne û bi kêmî ve 30 sal in ku têkoşîna sîyaseta demokratîk dikin.

“Bi vê têkoşîna ser demokrasî û aştîyê me di dîrokê de şop hiştiye. Emê têkoşîna xwe bidomînin û dema nû wê bi guherandina qayuman destpê bike."

DEM Partî jî ji X’ê ragihand ku wan jiber sêstema hiqûqê li Tirkîyê girêdayî desthilata sîyasî tevdigere, navê kin yê partîya xwe guhertiye.

DEM Partî bi berdewamî got ku dem dema azadî ye.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jiber doza ser girtina wê bi Partîya Çep ya Kesk ket hilbijartinan.

Piştî hilbijartinan bi kongreyekê Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan, bi kurtenavê wê HEDEP hat ragihandin.

Dadgeha Bilind dîyar kir ku HEDEP, HADEP ya sala 1991'an hatibû girtin bi bîr dixe û dikare tevlihevîyê çêke û xwest ku navê partîyê were guhertin.

Jêder: Ajansa Mezopotomaya