Hicab: Erdogan Dixwaze Nîşan Bide ku Dikare Cîhana Îslamî Biguhere

Abdullah Hicab

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku ew her serdana devera Xeze ya Felestînî dike.

Birêz Erdogan roja Sêşemê daxwaza Wezîrê Derve yê Amerîkî jibo taloqkirina serdana Xeze rexne kir.

Wezîr John Kerry roja Yekşemê daxwaz li Serokweîzrê Tirkîyê kir ku serdana xwe bo Xeze bi paşve bixe.

Abdullah Hicab, şarezayê sîyaseta Rojhilata Navîn, dibêje ku Erdogan rijd e ku biçe Xeze da ku “nîşan bide ku ew xwedî biryar û xwedî îradeya xwe ye.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Hicab got serokwezîrê Tirkîyê herwiha dixwaze we nîşan bide ku ew rêberek e ku dikare cîhana Îslamî biguhere.

Birêz Hicab got birêz Erdogan dixwaze meşruyetê bide komela çekdarî ya Hemas.

Biryar e Serokweîzrê Tirkîyê li meha Gulanê serdana Xeze, ya bin kontrola Hemasê, bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Abdullah Hicab re