Hûsî Şîna Nesrellah Digirin û Dibêjin `Berxwedan Nayê Şikandin`

Yemen Israel Palestinians

Hûsîyên Yemenê roja Şemiyê şîna mirina serokê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrellah girt, hevbendê wê di hevbendiya bi piştgirîya Îranê ya dijbera Îsraîlê de, ku di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li Beyrûtê hate kuştin.

"Berxwedan wê neyê şikandin, û ruhê cîhadî yê birayên Mucahidîn li Lubnanê û li hemû eniyên piştevaniyê dê bihêztir û mezintir bibe," rêxistinê di daxuyaniyekê de got.

Hizbullah kuştina Nesrellah piştrast kir piştî ku artêşa Îsraîlî got ku wê roja Înê di êrîşeke esmanî de li Beyrûtê ew ji nav bir.

Him Hizbullah û him jî Hûsiyan beşek in ji Mihwera Berxwedanê, ku hevalbendiyeke, bi salan bi piştgiriya Îranê li dijî Îsraîlê û hebûna Amerîka li Rojhilata Navîn ava bûye.

Hûsiyan ji Mijdarê ve gelek caran êrîşên dron û mûşekan li ser keştiyên ku ew dibêjin girêdayî Îsraîlê ne, li kenalên keştiyê yên girîng ên Deryaya Sor, Tengava Bab el-Mendab û Kendava Adenê pêk anîne da ku piştgiriya xwe ji bo Filistîniyên li Gazayê nîşan bidin.

Çavkanî: Reuters