Serokê Partîya Memleket û berbijarê serokomarîyê Muharrem Înce îro Pêncşemê ragihand ku ew ji berbijarîyê vekişîye.
Înce di sala 2018’an de berbijarê serokomarîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû, lê piştî nîqaşên bi wê partîyê re ji wê qetîyabû û partîya xwe ava kiribû.
Wî di axaftina xwe ya vekişînê de dîyar kir ku ew jibo Partîya Memleket ji her malekê dengekî xwe dixwaze, lê ewê jibo serokomarîyê nebe berbijar.
"Emê roja Yekşemê herin parlamanê. Partîya Memleket divê teqez li parlamanê be. Li hêlekê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) heye, li hêlekê CHP û Saadet. Ewên li ser rêka Mustafa Kemal Ataturk hindik in".
Serokê Partîya Memleket dîyar kir ku ew jibo welatê xwe ji berbijarîyê vedikişe, lê wî eşkere nekir ku ewê piştgirîya kîjan berbijarî bike.
Tirkîye vê Yekşemê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran diçe ser sindoqan.
Bi vekişîna Înce re, jibo berbijarîya serokomarîyê Sînan Ogan, Kemal Kiliçadoglu û Recep Tayyîp Erdogan man.
Piranîya anketan raber dikin ku Kiliçdaroglu li hember desthilata Erdogan berbijarê herî xurt e.