Hejmara Bikarhênerên Internetê li Hindistanê li yên Amerîkayê Zêdetir Dibe

Kafêyeka Internetê li bajarê Allahabad li Hindistanê.

Li demê du salan, hejmara bikarhênerên Internetê li Hindistanê li yên Amerîkayê zêdetir dibe, li gor lêkolîneka komela Internet û Mobîl a Hindistanê.

Li gor wê komelê, li meha Îlonê hejmara bikarhênerên Internetê li Hindistanê 112 milyon kes bû.

komela Internet û Mobîl a Hindistanê herwiha radigihîne ku Hindistan sêyem mezintirîn bikarhênera Internetê ye li cîhanê, piştî Amerîka û Çînê.