Îran Dibêje Bo Danûstandinan Vekirî ye Lê Zextên Amerîka û YE Yên Sepandina Sizyan Red Dike

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqchi

DUBAI – Roja Şemiyê mediya fermî ya Îran ji zarê Wezîrê Derve ragihand ku Tehran ji dîplomasiyê re vekirî ji bo çareserkirina nakokiyan lê ne bi "Gef û zextan," piştî Amerîka û sê hêzên Ewropî sizayên li dijî sektora firînan ya Îranê sepand.

Şîroveyên Abbas Araqçî wezîrê derve yê Îranê piştî daxyunaiya dîplomasiyê Yektîya Ewropa yê di asta bilind de hat, dema ku ragihandbû ku kotleya Ewropî lêkolîn dike ku sizayên nû li ser sektora firînan y a Îranê ferz bike.

Ev berteka YE derket holkê piştî raporatan got ku Îranê mûşekên balistîk dane Rûsya bo karanînê di şerê li dijî Ukrayna de.

Ajansa fermî ya dewletê, IRNA, li gor wezîrê derve Araqçî gotiye "Îran meşa xwe bihêz didomîne, di heman demê de, em her tim jibo çareseriyan bi rêya danûstandinan vekirîn e... Lê danûstandin divê li ser bingeha rêzgirtina dualî be ne bi gef û zextan," Arasqçî got.

Araqçî roja Çarşemê got ku Tehranê ti mûşekên balistî radestî Rûsya nekirine. Ferzkirina sizayan li dij Îranê ji aliyê Amerîka û sê hêzên Ewropa dê pirsgirêka çarser neke."

Amerîka, Almanya, Brîtanya û Fransa roja Sêşemê sizayên nû li dijî Îranê ragihnadin ku di nav de Hêla Esmanî ya Firînên Niştîmanî (Iran Air) heye.

Jêder: Reuters