Dadgeha Îranê, Ji Ber Xistina Balafira Ukraynayê Ya 2020an, 10 Leşkerên Xwe Xistin Zindanê

Bermayên firoka hêlên navnetewî yên Ukraynayê sala 2020an (Arşîf)

Malpera Mîzan Online ya saziya dadwerî îro Yekşemê ragihand, Îranê cezayê girtîgehê li 10 endamên hêzên çekdar birî, piştî ku ew sûcdar dîtin di xistina balafira rêwiyan a Ukraynayê de.

Mîzan ragihand ku di bûyera sala 2020an de, ku bû sedema mirina 176 kesên di balafirê de, fermandarekî 10 sal cezayê girtîgehê wergirt û 9 kesên din jî ji salekê heta sê salan hatin cezakirin. Piraniya wan Îranî û Kenedayî bûn, di nav de gelek welatiyên xwediyên du nasnameyan hebûn.

Hêzên Îranî di 8ê Çileyê wê salê de, firokeya PS752 ya hêlên Navnetewî yên Ukraynayê, demeke kurt piştî rabûna wê ji Tehranê, xist xwarê.

Piştî sê rojan, hêzên çekdar ên Îranê li xwe mikur hat ku balafira Kyivê "bi şaşî" xistiye.

Di dema bûyerê de girjiya di navbera Îran û Amerîkayê de zêde bû.

Berevaniya esmanî ya Îranê ji bo êrîşeke dijber a Amerîkayê di hişyariya bilind de bû piştî ku Tehranê mûşek avêtin bingeheke leşkerî li Îraqê ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve dihat bikaranîn.

Ukraynayê di karesatê de 11 welatiyên xwe winda kirin.

Dezgeha dadweriya Îranê di Mijdara 2021ê de gotibû ku li Tehranê dadgeha 10 leşkerên girêdayî xistina firokeyê hatiye vekirin.

Çavkanî: AFP