Îran, Fransa jiber Helwesta ser Xwepêşandanan Şermezar Dike

Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê

Wezareta derve ya Îranê îro Pêncşemê ragihand ku cîgirê balyozê Fransa yê li Tehranê hatiye vexwendin bo wezaretê da ku rexne û şermezarkirina Tehranê bi fermî were dîyar kirin.

Wezareta Îranê dîyar kir ku cîgirê balyoz hatiye vexwendin jiber helwesta nayê qebûl kirin ya Fransa ser xwepêşandanên li seranserê Îranê, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî di 16’ê Îlonê de destpê kiribûn.

Wezaretê bi berdewamî sedemên vexwendina dîplomatê Fransî li Tehranê li dû hev wiha rêz kir:

Ev vexwendin "wek bersîva daxuyanîya maytêkirinê ya wezareta derve ya Fransayê bû, jiber beşdarîya sê karbidestên Fransî di xwepêşandanên li Parîsê de, û çalakîya pêkenok ya kovara Charlie Hebdo."

Ev daxuyanî ji alîyê ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Îranê Fars hate weşandin.