Îsraîl Dibêje Wê Şeva Borî 200 Armancên Gazayê Bombebaran Kirin

Avahîyên li kampa Cebelîya ya peaberên Filîstînî ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de wêran bûne (11/10/2023)

Îsraîlê îro Çarşemê got ku artêşa wê şeva borî 200 armancên li Kerta Gazayê bombebaran kirin, di vê demê de ku leşkerên Îsraîlî berî êrîşeke bejayî ya çaverêkirî li nêzîkî sînorê Gazayê dicivin.

Hejmara kuştîyên Îsraîlê ya ji êrîşa Hamasê ya roja Şemîyê, giheştîye 1,200 kesan ku piranîya wan sivîl in, û 2,700 kesên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê General Jonathan Conricus got ku Îsraîl ew derbazgehên sînor ên ku ji alîyê çekdarên Hamasê ve hatine danîn, xistiye bin kontrolê û ji nêzîk ve herêmê diparêze.

Conricus herwiha berevanî li êrîşên esmanî yên Îsraîlê kir ku avahîyên sivîlan wêran kirine.

Wî got ku ew cîh armancên leşkerî yên rewa ne jiber ku Hamas bi mebest operasyonên xwe ji avahîyên sivîlan pêk tîne.

Hevdem, ajansên Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê dikin ku dorpêça li ser Gazayê hilîne û hişyarî didin wê ku rêgirtin li alîkarîyên pêdivî yên jîyanê li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ye.